Ji ber serê PKK û Tirkiyê 118 gundên Bradostê hatine valakirin

Ji ber serê PKK û Tirkiyê 118 gundên Bradostê hatine valakirin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê, ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê 118 gund hatine valakirin, devereke bi qasî 45 km weke navçeya ne aram hatiye diyarkirin û gelek şêniyên deverê jî bêkar mane.

Li gorî zanyariyan îsal li gorî salên berê şerê herî zêde û dijwar li devera Bradostê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de diqewimin û bi berdewamî herdu alî êrîşî hev dikin.

Rûberê devera Bradostê hezar û 617 kîlometre çarçgoşe ye, 92 kîlometre sînorê wê li gel Bakur û Rojhilatê Kurdistanê heye, di vê werzê de zêdetir ji 150 hezar serî pez lê tên çerandin, 3 hezar malbat bi mebesta karê cotkariya demsalî berê xwe didinê û zêdetir ji 10 hezar ajal lê tên çerandin.

Ji ber şer û aloziyê ji 264 gundan 118 gund hatine valakirin, rûberê nearam niha li wî sînorî 45 kîlometre çargoşe ye. Sala derbasbûyî 4 kasibkar di encama topbaran û bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn û ziyana madî jî nîv milyon dolar e.

Ew xelkê li wan gundên niha bûne sînor, sînorekî kêm ji bo wan maye û nikarin di vê rewşê de karên xwe bikin.

Di nav 2 salan de Tirkiyê bi çêkirina 10 qerdeqolên leşkerî, bi kurahiya 30 kîlometre sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin