PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 350 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 964 kes li Hewlêrê, 890 kes li Silêmaniyê, 1348 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 103 kes li Germiyanê û 34 li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.
Herwiha hat eşkere kirin ku di 24 demjimêran de 716 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 237 hezar û 730 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 818 kes û heta niha 201 hezar û 184 kes jî ji vîrusa koronayê baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin