PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li Zankoya Harranê ya li ser rêya navbera Riha û Wêranşehrê, di beşa daristanê de şewat derket û paşî li derveyê zankoyê li arazî belav bû. Bi sedema giha hişke û ba dihat, di demeke kurt de agir belav bû. Li ser şewatê ji Şaredariya Rihayê û ji Rêvebiriya Daristanê alavên îtfaiyê hatin şandin bo vemirandina agir.
Bo vemirandina agir hemwelatî jî alîkariyê dan xebatkarên agirvemirandinê. Di vemirandina agir de helîkopterekî, balafirekî, di bejayiyê de îtfaiye û 3 TOMA yên polîsan, ji bajarên der û dor 13 arazoz bi 150 kesî mudaxele kirin.
Agir di 5 sietan de hat vemirandin û dest bi sarkirina deverê akirin. 45 hektar arazî ji agir zerarê dît.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin