PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê welatê xwe ji rêkeftina nukleerî ya Îranê vekişîne, ambargoyên aborî yên ku Amerîka li dijî Îranê disepîne, cardin hatin rojevê.
John Boltonê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Trump duh piştî daxuyaniya Trump, daxuyanî da û destnîşan kir ku astengkirinên li ser Îranê cardin ketin dewrê û divê di vê pêvajoyê de bi Îranê re peymanên şixul ên nû neyên îmzekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de jî hat ragihandin ku zextên dijî Îranê wê bi periyoda 90 û 180 rojan cardin bên sepandin.
Li gorî vê, pakêta ewil a astengkirinê ya Amerîkayê ya dijî Îranê wê di 6ê tebaxê de bikeve dewrê ku ji vê dîrokê şûnde hikûmeta Îranê wê nikaribe dolarê Amerîkayê bikire, bi zêr û madenên binirx bazirganiyê bike.
Pakêta duyemîn a astengkirinê ya Amerîkayê dijî Îranê jî wê di 4ê mijdarê de bikeve dewrê. Ji vê dîrokê şûnde wê ambargoyên navneteweyî bidin ser Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê (NIOC). Ligel vê, wê bi awayekî giştî zextê deynin ser sektora enerjiya Îranê û herwiha ji Îranê kirîna neft, petrokîmya û berhemên neftê.
Lîsansên Boeing û AirBusê hatin betalkirin
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku lîsansên şîrketa Boeing û şîrketa AirBus ku bi şîrketên Îranî re peymanên wan ên firotana balafiran hene, hatin betalkirin.
Boeingê bi Îran Airê re ji bo 80 balafirî peymaneke 16,6 milyar dolarî, bi Îran Asemanê re jî ji bo 30 balafirî peymaneke 3 milyar dolarî îmze kiribûn. AirBusê jî bi Îran Air re ji bo 100 balafirî peymaneke 19 milyar dolarî îmze kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin