Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Mislimanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikin, ev ji boneya pîroz, bibe handerekî zêdetir ji bo pêşvebirina nirxên bilind û mirovî yên olî û kûrkirina kultura tebayî û lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di nav gelên cîhanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye:

Bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyên herî germ arasteyî hemû Mislimanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikin, ev boneya pîroz bibe handerekî zêdetir ji bo pêşvebirina nirxên bilind û mirovî yên olî û kûrkirina kultura tebayî û lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di nav gelên cîhanê de.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin