TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê êrîşa bi dronan: Li sê navçeyan çar drone ketin

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2026 08:40

PeyamaKurd - Di saetên zû yên vê beyaniyê de li parêzgeha Hewlêrê çar balafirên bêmirov (dron) li sê navçeyên cihê ketin xwarê.

Li gorî zanyariyan, di saet 06.00an de li navçeyên Soran, Xelîfan û Herîrê çar dron ketine erdê. Ji ber drona ku li Herîrê ketiye di qada giyaya Çiyayê Banê Herîrê de şewat derket, drona din li nêzî gundekî Xelîfanê ket û li Soranê jî dron kete hewşa mala welatiyekî.

Hat ragihandin ku di van her sê bûyeran de ti ziyanên canî yan birîndarbûn çênebûne. Heta niha derbarê çavkanî yan jî armanca van dronan de agahiyeke fermî nehatiye bidestxistin.

Parve bike: