Almanya: Em nabin beşek ji vê nakokiyê

Almanya: Em nabin beşek ji vê nakokiyê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul ragihand ku welatê wî di çarçoveya aloziyên li Tengava Hurmuzê û êrîşên potansiyel ên li dijî Îranê de beşdarî operasyoneke leşkerî ya navneteweyî nabe.

Wadephul di bernameya televîzyonê ya ARD "Bericht aus Berlin" de axivî û tekez kir ku Almanya wê beşdarê çalak ê vê nakokiyê nebe û got, "Gelo em ê di demek nêzîk de bibin beşek çalak ê vê nakokiyê? Na."

Wadephul diyar kir ku helwesta hikûmeta Almanyayê li ser vê mijarê zelal e û destnîşan kir ku ev nêzîkatî ji hêla Şansolyer Friedrich Merz û Wezîrê Parastinê Boris Pistorius ve jî bi eşkere hatiye diyar kirin.

Wezîrê Derve diyar kir ku ew dixwazin beşdarî pêvajoyek danûstandinên dîplomatîk a gengaz bibin û got ku ewlehiya mayînde li Tengava Hurmuzê tenê bi çareseriyek dîplomatîk û hevdîtinên bi Îranê re dikare were bidestxistin.