PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Almanya ragihand bi sedema li herêmê talûka ewlehiyê zêde bûye, wezaretê xebatkarên xwe yên li balyozxana Erbîlê ji bo demkî derxistina derveyê Iraqê. Li gor ragihandina wezaretê ya ji bo Rûdawê:
“Me talûkeyên li herêmê da ber çav û wezîrê me yê karên derve, bi sedema parastina xebatkarên me yên li Iraqê, biryarê da tedbîran bigre. Di vê çarçovê de xebatkarên me yên balyozxana Erbîlê ji bo demekî me şand derveyê Iraqê.”
Almanya di 10ê Adarê de ragihandibû ku xebatkarên li Bexdayê tehliye kirine lê li ser xebatkarên balyozxana Erbîlê agahiyan nedabû.