Îmarat êrîşa ser balyozxana xwe ya Erbîlê şermezar kir

Îmarat êrîşa ser balyozxana xwe ya Erbîlê şermezar kir

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa ser balyozxana Îmaratan ya li Erbîlê şermezar kir. Di êrîşê de 2 parastvanên balyozxanê birîndar bûn û di avahiyê de xesar çêbû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re bang kir ku parastina balyozxanan di bin erka hukumeta federal de ye û weha dewam kir:

“Bila hukumeta Bexda parastina mîsyonên dîplomatîk bike, nehêlin êrîşên weha tekrar bibin û ji bo ewlehî û berjewendiyên welat nekevin talûkê, bila sûcdaran bibînin û wan ceza bikin.”

Hukumeta Herêma Kurdistanê jî êrîşa ser balyozxana Îmaratan ya Erbîlê şermezar kir û got divê Bexda berpirsiyariyê bigre aliyê xwe û sînorekî ji bo mîlîsên di derveyê qanûnan de deyne.

Hukumeta Herêma Kurdistanê êrîşê bi ‘terorîstî û herifînerî’ bi nav kir. Di daxwuyaniya xwe de hukumeta Kurdistanê êrîşên ser Kurdistanê li dijî hûqûqa navdewletî û hem îhlala desthilata Kurdistanê û Iraqê bi nav kir û got ku ti sedema êrîşê tineye.

Hukumeta Kurdistanê ji bo hukumeta federal ya Bexdayê weha got:

“Hêz û grûbên ne yasayî ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê bûne tehdîd û divê Bexda ji bo wan mîlîsan sînorekî deyne.”