PeyamaKurd - Nûnerê Sûriyeyê Îbrahîm Olabî di civîna Encumena Ewlekariyê ya NY de diyar kir ku ew piştgiriyê didin berfirehkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ku Lubnanê jî li xwe bigire. Olabî bi awayekî zelal bang li Beyrût û Bexdayê kir ku ji bo parastina serweriya herêmê, divê hêzên artêşê yên fermî li ser sînorên Sûriyeyê werin bicihkirin.
Wî tekez kir ku Şam piştgiriyê dide prensîba "çek tenê di destê dewletê de be" û daxwaz kir ku rê li ber belavbûna milîsan li herêmên sînorî were girtin. Ev daxuyaniya Olabî di demekê de tê ku Sûriye û Iraq xwedî sînorekî 600 kîlometreyî ne û beşekî zêde yê vî sînorî li herêmên çolistanê ne ku di bin kontrola komên çekdar de ne.
Rewşa piştî Esad û metirsiyên sînorî
Piştî ku di Kanûna 2024an de Beşar Esad ji desthilatê hat dûrxistin, rewşa li ser sînorên Sûriyeyê careke din aloz bû. Hêzên Haşdî Şabî yên Iraqê bi hinceta rêgirtina li "terorîstan" hêzên xwe li ser sînoran zêde kiribûn.
Her çend hikûmeta niha ya Iraqê naxwaze rasterast bi rêveberiya nû ya Şamê re bikeve nav nakokiyan de, lê komên nêzî Îranê yên li Iraqê gefan li HTŞyê dixwin. Daxwaza Olabî ya ji bo "kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve", nîşaneya hewildanên rêveberiya nû ya Sûriyeyê ye daku sînorên xwe ji bandora komên paramîlîter ên herêmî biparêze û aramiyeke mayînde bi cîranên xwe re ava bike.