PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo danûstandinên ligel Îranê, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê xwe Jared Kushner dişîne paytext Pakistan Îslamabadê.
Tê çaverêkirin ku ev şandeya pilebilind bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî re rûbirû bicive daku gera duyem a danûstandinên aştiyê bidin destpêkirin.
Beşdarbûna Jared Kushner di vê şandeyê de wekî nîşaneya girîngiya ku Trump dide vê dosyayê tê nirxandin, ji ber ku Kushner di serdema berê de di peymanên herêmî de roleke sereke lîstibû.
Ev gava Washingtonê piştî daxuyaniyên Berdevka Koşka Spî tê ku bal kişandibû ser "nakokiyên navxweyî yên li Tehranê" û daxwaza biryareke yekdeng kiribû.
Hatina Witkoff û Kushner bo Îslamabadê nîşan dide ku rêveberiya Trump dixwaze rasterast bi aliyên biryardar ên Îranê re bikeve diyalogê daku agirbesta heyî veguherînin peymaneke mayînde.