Brîtanya: Artêşa Pasdaran xist lîsteya rêxistinên terorîst

Brîtanya: Artêşa Pasdaran xist lîsteya rêxistinên terorîst

PeyamaKurd - Sky Newsê ragihand ku hikumeta Brîtanyayê biryar da ku Artêşa Pasdaran a Îranê wekî “rêxistineke terorîst” nas bike.

Ajansa Reutersê jî da zanîn ku heke biryar bikeve meriyetê, dê tevlîbûna nava Artêşa Pasdaran an beşdariya civînên wê, an jî rakirina dirûşmên wê li cihên giştî, werin krîmînalîzekirin û li gorî qanûnên welat ceza lê were birîn.