Îran: Em ji bo şerê bejayî amade ne; Trump: Şer dê di nava 2-3 hefteyan de biqede

Îran: Em ji bo şerê bejayî amade ne; Trump: Şer dê di nava 2-3 hefteyan de biqede

PeyamaKurd - Rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn bi daxuyaniyên tund ên her du aliyan berdewam dike. Di dema ku Baregeha Navendî ya Xetem el-Enbiya ya Îranê ragihand ku ew ji bo hemû senaryoyan, di nav de operasyoneke bejayî, di amadebaşiyê de ne; Serokê Amerîkayê Donald Trump îşaret bi nêzîkbûna dawiya şer kir.

Baregeha Navendî ya Xetem el-Enbiya, ku koordînasyona operasyonên leşkerî yên Îranê dike, di peyameke nû de tekez kir ku heta Amerîka û Îsraîl “teslîm nebin” şer dê raneweste. Rayedarê leşkerî yê Îranî Zulfîqarî diyar kir ku hedefên ku Îsraîlê heta niha lê dane, giringiya wan kêm e. Wî îdia kir ku binesaziya sereke ya hilberîna mûşek û dronan li cihên veşartî ne û got:

Agahiyên dijmin derbarê şiyanên me yên leşkerî û alavên me yên stratejîk de kêm û nebes in; ew nikarin bigihîjin navendên me.”

Dîplomasiya bi navbeynkariya Pakistanê 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî eşkere kir ku bi rêya Pakistanê peyamên nerasterast di navbera Tehran û Washingtonê de têne parvekirin. Bekayî daxwazên hefteya borî yên ji bo destpêkirina dîplomasiyê wekî “nelojîk” pênase kir û got:

Tehran bi baldarî nêzî rewşê dibe. Di bin bombebaranê de danûstandinên rasterast pêk nayên.”

Trump: Armancên stratejîk hatine bidestxistin 

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotareke televîzyonî de daxuyand ku wan di vî şerî de pêşketineke mezin û serkeftineke berbiçav bi dest xistiye. Trump destnîşan kir ku ji ber bidestxistina piraniya armancên stratejîk ên Pentagonê, ew li bendê ye ku operasyonên leşkerî di nava du yan sê hefteyên bê de bi temamî bi dawî bibin.

Ev daxuyaniyên nakok nîşan didin ku her çend Washington li pey derketineke bi serkeftî ji şer be jî, Tehran hîn amadehiya xwe ya ji bo rûbirûbûneke dirêjtir û berfirehtir nîşan dide.