PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê şerê bi Îranê re daxuyaniyên girîng dan û destnîşan kir ku ev şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe.
Trump diyar kir ku her çend rewş ber bi aramiyê ve diçe jî, bi dîtina wî Rêveberiya Tehranê hîna ji bo peymaneke nû û mayînde ne amade ye. Trump destnîşan kir ku armanca wan ne rûxandineke tam e, lê belê gihîştina encameke siyasî ye.
‘Min li santralên elektrîkê yên Tehranê nexist’
Trump bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê û diyar kir ku wî bi zanebûn dest neda binesaziya Îranê û got: "Min li Tehranê gelek tesîsên binesaziyê li piyan hiştin; ji ber ku heke min ew tune bikira, avakirina wan a ji nû ve dê bi salan bikişanda. Min dikaribû santralên elektrîkê di saetekê de ji kar bixista û ev dê biba trauwayeke mezin."
Trump anî ziman ku ew bi zanebûn ji gavên bi vî rengî dûr dikeve da ku zirarên mezin neyên ser gelê sivîl.