PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Xalid Ezîzî, di çarçoveya serdanên xwe yên dîplomatîk ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYAyê) de, bi rojnamevanên Amerîkî re civiya. Ezîzî di civîna xwe ya duyem de bal kişand ser guhertinên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn nirxand.
Di vê hevdîtina ku nûnerên rojname, kovar, kanalên televizyonê û malperên nûçeyan ên Amerîkî amade bûn de, Ezîzî helwest û nêrînên PDKÎyê bi zelalî anîn ziman.
Ezîzî di axaftina xwe de spasiya piştgirî û hevkariya eşkere ya Donald Trump kir ku di pêvajoya pêşvebirina demokrasiyê ya li Îranê de nîşan daye û ev helwest wekî pêngaveke girîng a di guhertinên siyasî yên welat de pênase kir.
Berdevkê PDKÎyê herwiha tekezî li ser amadehiya partiya xwe kir ku ji bo bidestxistina armancên demokratîk, dabînkirina aştiyê û gihîştina mafên siyasî yên Kurdên li Îranê, wê têkoşîna xwe bidomînin. Di dawiya civînê de, Ezîzî bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê pêşeroja opozîsyona Îranê û rola hêzên siyasî de da.