Îranê bîlançoya kuştiyên êrîşên Amerîkayê ragihand

Îranê bîlançoya kuştiyên êrîşên Amerîkayê ragihand

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Îranî Tasnimê îro 3yê Îlonê ragihand ku 6 endamên Hêzên Deryayî yên Îranê û 3 pîlot di êrîşên asmanî yên Amerîkayê yên roja sêşemê de li başûrê Îranê hatine kuştin.

Ajansê diyar kir ku 6 endamên Hêzên Deryayî di êrîşên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser başûrê Îranê de di 1ê Îlonê de hatine kuştin, bêyî ku cihê mirina wan diyar bike.

Li gorî nûçeyê di şeva sêşemê de 3 pîlot jî di êrîşa Amerîkayê de hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, piştî hewla êrîşan li dijî keştiyên bazirganî li Tengav Hurmizê û dijî leşkerên Amerîkayê, artêşa Amerîkayê ragihandibû ku wan xalên stratejîk ên Artêşa Pasdaran bombebaran kirine.