Li Wadiya Bekaayê leşkerên Îsraîlê û Hîzbûlllahê şer kirin

Li Wadiya Bekaayê leşkerên Îsraîlê û Hîzbûlllahê şer kirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê di wexta bi helîkopteran leşkerên xwe datanî Wadiya Bekaayê, di navbera wan û çekdarên Hîzbûllahê de şer derketiye. Artêşa Îsraîlê ragihand ku rewşa hessas heye û li herêmê êrîşên hewayî pêkanî.

Hîzbûllahê ragihand ku helîkopterên Îsraîlê bi helîkopteran ji aliyê Sûriyê de ketiye seha hewayî ya Lubnanê û nêzî Xrabiehê piyadeyên xwe daniye bejayiyê.

Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên ser Nebi Şitê de, 26 kes mirine û ji 35 kesan zêdetir birîndar hene.

Artêşa îsraîlê (IDF) ragi,hand ku ku di operasyona danîna leşkeran bi helîkopoteran ya ji bo operasyonê, bi hêzên Hîzbûllahê re rû bi rû mane.

Hîzbûllahê ragihand ku tesbît kirine Îsraîl bi 4 helîkopteran leşkerên xwe daniye nêzî Xerabiehê û yekîneyên Îsraîlê paşî ber bi bajarokê Nebî Şîtê de çûne.

Piştî di mavbera leşkerên Îsraîlê û Hîzbullahê de şer derketiye, Îsraîl bo desteka leşkerên xwe bike, bi  balafir û helîkopteran destekê daye leşkerên xwe.

Heya niha kes negotiye bê di encamê de ti zerar gihaye leşkerên her dû terefan an negihaye.