PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê partiya Komariyan û hem hevalê nêz yê Trump Lindsay Graham di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li ser rewşa Îranê daxwuyaniyekî belav kir û got dorpêça ser Îranê ya sewqiyata petrola Îranê, ji aliyê têgihîştin û bicîhanînê de pir mukemmele û vê raveyê parve dike. Graham got:
“Zora di çarçova aboriyê de, ya ser Îranê ji texmîna me zêdetir e. Lê divê em ji bîr nekin ku em bi kî re meşxûl in. Rejîm ne di xema xelkê de ye, wê tevgerên xwe dewam bike da zorê bide serok Trump û dinyayê.”
Graham, bi xwe parêzere û di mijaran de tunde û di gelek biryaran de destvanekî mezin yê Trump e. Graham di daxwuyaniya xwe ya medya civakî de weha dewam dike:
“Ez hêjî destekê didim çareseriya di rêya dîplomatîk ya ji bo Îranê. Dê ev çareserî tewrê Îranê biguhêre, bike ku çekên nuklerî bi dest nexe û îznê nede ku Îran dagere ser qaîdeyên xwe yên berê yên ku herêmê û dinyayê terorîze bike. Eger mirov bi awayekî zelal bêje; wê rêya çareseriya dîplomasiyê ya ku Îranê normal bike û kêmtir har bike, eve û ev jî daxwaza me ye.
Lê rêya çareseriya dîplomasiyê dixwaze ku hevkarên ji dil hebin lê ev jî di mînaka Îranê de xwuyaye ku kêm in. Eger em vê jî bidin ber çav, ez bang li serok Trump dikim ku ji bo Hurmizê ji çûnûhata keştiyan re veke, divê bêhtir zorê bide ser Îranê, aboriya dinyayê baş bike û bandora Îranê ya ser dinyayê kêm bike.
Eger Îran tevgerên xwe yên li dijî dinyayê û li dijî DYAyê dewam bike, ji bo tehdîdê berteref bikin, pêwiste em ji bo bikaranîna her cûre alavên leşkerî texsîr nekin.
Weka encam; dema em pirsgirêka Îranê çareser bikin, divê em dagerin lêgerîna aştiya navbera Erebistana Sa’ûdiyê û Îsraîlê ku Erebistan 2000 sale xelata herî mezin distîne.
Ji bo navbera her dû welatan normalîze bikin, divê Îranê bixin nav qutiyekî û nehêlin ku rûdanên weka 7ê Cotmehê biafirîne. Ev hedef ne ew e ku mirov tenê dikare xwe bigihînê lê ez bawerim ku nêz e.”