PeyamaKurd - Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mithat Sancar, bi Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk re civiyan.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, di civînê de rewşa heyî ya pêvajoyê û pêngavên ku di pêşerojê de bên avêtin hatin nirxandin.
Herwiha di navbera her du aliyan de li ser mijarên rojevê nêrîn bi hev hatin guhertin.