PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku Rûsyayê ji bo pêşvebirina şer 30 hezar leşkerên din ji Koreya Bakur xwestiye.
Zelenskiy diyar kir ku ji meha Hezîranê ve li herêma Voronejê amadekariyên wergirtina van hêzan têne kirin û ragihand ku rêveberiya Pyongyangê amadekariya şandina fuzeyên nû yên balîstîk dike.
Herwiha Zelenskiy bal kişand ku ev hevkariya leşkerî tenê gefê li Ukraynayê nake, herwiha veguhastina ezmûna şer û teknolojiya kapasîteya fuzeyan a Koreya Bakur zêde dike û ewlehiya hemû welatên Asyayê dixe xetereyê.