HSDê çekên xwe yên giran radestî artêşa Sûriyê kirin

HSDê çekên xwe yên giran radestî artêşa Sûriyê kirin

PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina entegrasyonê ya 29ê Çileya 2026an de, HSDê li parêzgeha Hesekê çekên xwe yên giran radestî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kir.

Dîmenên vê radestkirinê piştî biryara hilweşandina HSDê hatin belavkirin û Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî eşkere kir ku hilweşandina HSDê gaveke girîng e ji bo bilezkirina proseya yekbûnê.

Hîlalî destnîşan kir ku ev pêvajo ji ber rêkarên îdarî berdewam e û detayên van gavan ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.

Pêvajoya yekbûnê û hevsengiyên leşkerî

Fermandarê Gîştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li Koşka Serokatiyê ya li Şamê ragihandibû ku HSD di çarçoveya rêkeftina bi hikûmetê re hatiye hilweşandin û saziyên wê tevlî dewletê bûne.