Hemo: 4 lîwayên HSDê bûn beşeke fermî ya artêşa Sûriyê

Hemo: 4 lîwayên HSDê bûn beşeke fermî ya artêşa Sûriyê

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Sîpan Hamo ragihand ku proseya yekxistina hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye û wekî gava yekem çar lîwayên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi fermî ketine bin fermandariya Wezareta Berevaniyê.

Çar lîwayên herêmî û statuya şehîdan

Sîpan Hamo diyar kir ku lîwayên HSDê yên li herêmên Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê êdî wekî parçeyekî fermî yê artêşa Sûriyê têne hesibandin.

Hêjayî gotinê ye, piştî peymana 29ê Çileyê armanca vê pêngavê avakirina artêşeke yekgirtî ye ku li ser bingeha rêziknameyeke nû ya navxweyî kar bike. Di çarçoveya vê lihevkirinê de, hemû şervanên HSDê yên ku di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest dane an birîndar bûne, dê wekî "Şehîd û Birîndarên Dewleta Sûriyê" werin qebûlkirin. Ev biryar tê wê wateyê ku malbatên wan dê ji hemû mafên qanûnî û senedên fermî yên dewletê sûd wergirin.

Vegera Efrîniyan û parastina sînoran

Derbarê herêma Efrînê de jî Hemo eşkere kir ku planeke nû heye da ku şervanên xelkê Efrînê yên berê di nav HSDê de bûn, bikarin vegerin ser mal û milkên xwe û li herêmên xwe di nav saziyên leşkerî de cih bigirin.

Hemo herwiha destnîşan kir ku ew herêmên ku hêzên Amerîkî jê vedikişin, radestî artêşa Sûriyê tên kirin daku aramiya sînoran were parastin û pêşî li nakokiyên bi welatên cîran re were girtin. Di dawiyê de bang kir ku mafên Kurdan di destûra nû de were çespandin daku bingeha Sûriyeyeke adil û demokratîk were avêtin.