PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Nîsanê pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî û guhartin û geşedanên dawî yên Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz derbarê hewildanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal de nêrînên xwe parve kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar kirin ku daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê bîne cih û rêzê li statûya destûrî û mafên gelê Kurdistanê bigire.