PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Baregeha Asmanî ya Doverê pêwendiya stratejîk û dostane ya di navbera Amerîka û Kurdan de bilind nirxand.
'Naxwazim bibînim ku Kurd êşê dikşînin'
Trump bi eşkere ragihand ku ew naxwaze hêzên Kurdî derbasî nav axa Îranê bibin û bikevin nav şerekî giran ê bejahî. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew Kurdan wek "hevalên mezin" dibîne û got: "Ez naxwazim bibînim ku Kurd êşê dikişînin yan jî tên kuştin." Trump diyar kir ku her çend hêzên Kurdî bixwe ji bo operasyonan amadehiya xwe nîşan dabe jî, wî wekî parastinekê ji bo wan ev vebijêrk daye aliyekî da ku rê li ber aloziyên mezintir bigire.
'Parastina Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e'
Di berdewamiya axaftina xwe de, Trump bal kişand ser serkeftinên leşkerî yên li dijî Tehranê û tekez kir ku parastina dostên wan ên herêmî, bi taybetî Kurdan, ji bo wan girîngiyeke sereke ye. Trump destnîşan kir ku ew naxwaze şer ji yê heyî aloztir bike û bi vî awayî dixwaze Kurdan ji metirsiyên şerê rûbirû biparêze. Ev helwesta Trump wekî nîşaneya girîngiya hêzên Kurdî di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de tê nirxandin, ku tê de Amerîka hewl dide bi parastina hevalbendên xwe yên dilsoz, encamên şer kontrol bike.