Hecma bazirganiya navbera Tirkiyê û Özbekistanê nêzî 5 milyar dolariye

Dîroka Weşanê :
Hecma bazirganiya navbera Tirkiyê û Özbekistanê nêzî 5 milyar dolariye

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokkomarê Özbekistanê Mirziyoyev li Kulliya serokkomariya Tirkiyê, li Ankara, di civînê de li ser têkiliyên her dû dewletan, Fîlîstîn û erdheja li Hatayê axifîn. Her dû teref behsa bazirganiya navbera her dû welatan kirin.

Piştî civînê her dû lîder civîna çapemeniyê li dar xistin û Erdoğan bi sedema tewrê Özbekistanê ya di mesela Fîlîstînê de sipasiya Mirziyoyev kir.

Erdoğan got ku bi îmzakirina peymanan û têkiliyên stratejik yên her dû dewletan, hecma bazirganiya navbera her dû welatan nêzî 5 milyar dolarî bûye.

Erdoğan got ku bi sedema erdheja 6ê Sibatê Özbekistan yek ji wan welataye ku alîkariya ewilî digandiye Hatayê û li Arsuza Hatayê avakirina 308 daîreyan girtiye ser xwe û navê taxê kirine Taxa Özbek.

Her dû lîder di rêya video konferansê de tevlî merasima belavkirina daîreyên li Hatayê bûn.