Çarçova Koordînasyonê bernama xwe ya hukumetê pêşkêşî balyozxana Amerîkayê kir

Dîroka Weşanê :
Çarçova Koordînasyonê bernama xwe ya hukumetê pêşkêşî balyozxana Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Serokê Konseya Bilind ya Îslama Iraqê Humam Hammudi, bi rayedarên balyozxana DYA re civiya û di pêvajoya avakirina hukumeta nûh de, banga “xweşbîniya li hemberê hev” kir.

Hevdîtin, ket piştî daxwuyaniya Trump ku li dijî namzetiya serokwezîriya El-Malikî dabû.

Îro (29.01.2026) li Bexdayê di navbera Humam Hammudi û maslahatguzarê balyozxana DYA ya Bexdayê Joshua Harris de, hevdîtinekî bi hezir çêbû.

Li gor daxwuyaniya ofîsa çapemeniya Konseyê, di civînê de fikrên Koordînasyona Çarçovê ya pêvajoya avakirina hukumetê û di destnîşankirina serokkomariyê û serokatiya parlementoyê de hewlên tên dayîn, babetên wan bûn.

Di hevdîtinê de Hammûdî xîtabê dîplomatê Amerîkayî kir û got:

“Gelek girînge ku têgihiştinekî hebe, xizmetê ji berjewendiyên terefên Iraqê û Amerîkayê yên hevpar re bike û girînge ku bo hev, xweşbîniyê pêşde bibin.”

Hammudi, li ser çarçova têkiliyên dualî weha dewam kir:

“Pêwendiyên navbera Iraqê û DYAyê divê li ser esasê biryarên her dû aliyan û li ser rêzgirtina hukumraniyê bin. Pêwiste berjewendiyên her dû milletan berya her tiştî be, wexta dahatûya Iraqê tê destnîşankirin, divê îstîqrara welat û herêmê xwurt bike, Iraq karibe li gor taybetmendiya xwe biryarê bide û berpirsiyariya hêzên siyasî bide ber çavên xwe.”

Piştî Trump di 27.01.2026an de li dijî namzedê Çarçova Koordînasyona Şîa li dijî Nûrî el-Malikî nerazîbûna xwe ragihand, ev cara yekeme ku di navbera rayedarên Amerîka û terefên Şîa de hevdîtin pêk tê.

Berdevkê konseya bilind ya Îslamî Ali Difai bi zimanekî dîplomatîk weha got:

“Em girîngiyê didin têkiliyên erênî yên bi Amerîkayê re. Lê her desttêwerdana têkiliyên nav xwe, em red dikin. Ew têgihîştina me ya ku Trump danî ortê, bi me re heye. Lê em bawerin ji bo berjewendiyên her dû terefan, rêya herî baş diyalog û muzakere ne.”