Li Îranê nirxê dolar gihîşt asta herî bilind: Îflasa aborî li ber e

Dîroka Weşanê :
Li Îranê nirxê dolar gihîşt asta herî bilind: Îflasa aborî li ber e

PeyamaKurd- Piştî protestoyên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku heta niha bi hezaran welatî bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin, aboriya welat jî her diçe xerabtir dibe.

Nirxê dolarê Amerîkî li bazarên Îranê bi awayekî berçav û lezgîn bilind dibe û ji destpêka roja 28ê Kanûna 2025an ku xwepêşandanan dest pê kiriye ve, îro 28ê Çileyê heta demjimêrên nivro zêdetirî ji 156 hezar û 500 Tumenî bilind bû.

Bilindbûna dolar her dewam dike û nediyar e wê bigihîje çiqasî.

Aborînasan beriya niha dabûn xuyakirin ku îhtimal heye nirxê dolar heta 220 hezar Tumenî bilind bibe ku ji ber rewşa aloz hemû bazara înternetê jî ji ber qutkirina wê rawestiyaye. Tê gotin ku dê ev yek bihêle ku di demeke nêzîk de gelek kargehên bazirganî û danûstandinê îflas bikin.