Konseya ewlehiya Tirkiyê li ser Sûriyê, Îran û Xezzayê civîna xwe bi dawî kir

Dîroka Weşanê :
Konseya ewlehiya Tirkiyê li ser Sûriyê, Îran û Xezzayê civîna xwe bi dawî kir

PeyamaKurd – Serokatiya daîra dan û sitendinan ya serokkomariya Tirkiyê (MGK) ragihand ku civîna Konseya Ewlehiya Tirkiyê bi dawî hatiye û daxwuyaniyekî ji 9 xalan pêk tê, belav kir. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Bo dewama desthilata Sûriyê û yekîtiya siyasî ya Sûriyê xebatên me dê dewam bikin. Îstaîqrar û hûzûra cîranê me ya Îranê jî ji aliyê ewlehiya herêma me de gelek girîng e.”

Civîna konseyê di Kulliya serokkomariyê de 3 seet dewam kir. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Di civîna me de bûyerên di sala 2025an de qewiminîne, yên ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de girîngin hatin şirovekirin. Pêşdeçûnên ku di sala 2026an de îhtîmal heye biqewimin, xebatên di derbarê wan de bên kirin û tedbîrên bên sitendin hatin gotûbêj kirin.”

-Xebatên rêxistinên wekî PKK/KCK-PYD/YPG, FETÖ û DEAŞê di derbarê wan de bo konseyê agahî hatin dayîn.

-Hedefa Tirkiya bê teror, wê bo îstîqrar û aramiya Tirkiyê dewam bike.

-Xebatên bo yekîtiya axa Sûriyê dê dewam bikin.

-Rewşa Xezzayê hat şirovekirin û wê xebatên bo Xezzayê dewam bikin.

-Desteka konseyê wê bo Komara Somaliyê dewam bike.

-Rewşa Îranê bi temamî hat gotûbêj kirin û îstîqrara Îranê bo Tirkiyê girînge.

-Şerê Ûkrayna û Rûsyayê û tevgerên her dû terefan bi berpirsiyarî gelek girînge û divê şer li Derya Reş bandorê neke.

-Wê Tirkiye di sala 2026an de jî şer û krîzên li Asya, Ewrûpa û Afrîkayê bibin bişopîne û heya karibe ber li wan bigre da di dinyayê de îstîqrar û aramî bibe.