Sûriyê ragihand ku wê mafê hemwelatîbûnê bide temamê Kurdên Sûriyê

Dîroka Weşanê :
Sûriyê ragihand ku wê mafê hemwelatîbûnê bide temamê Kurdên Sûriyê

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên hundir ya Sûriyê fermanekî şandiye bo beşa karên sîvîl yên wezaretê da bermayiyên temamê serjimartina sala 1962an betal bikin û hemwelatîbûnê bidin temamê Kurdên Sûriyê.

Wezaretê fermannameyê îro an ku di 28.01.2026an de şand şandiye û tê de xwestiye ku biryarnama serokomariyê ya jimare 13 bicîh bînin.

Li gor nivîsa bi îmza wezîr Enes Hattab; li bajarê Hasekiyê serjimêra ku di sala 1962an de çêbûye, wê temamê qanûnên îstîsnaî û tedbîran betal bike. Di nivîsê de gotiye:

“Kurdên li Sûriyê rûdinên, kesên ku qeydiyên wan jî tinene, wê hemwelatîbûna Sûriyê bidin wan.”

Li ser bingeha biryarnamê, xala 7an, wê daîra karên sîvîl yekser dest bi amadekirina rêberan bike û ev ferman e. Wezaretê gotiye pêngav û rêber divê heya 5ê Sibata 2026an temam bikin û bigihînin wezaretê.

Bi vê biryarê wê Kurd ji pirsgirêkekî bingehîn rizgar bibin ji ber berê gelek Kurd ji hemwelatîbûnê bêpar bûn weka ‘biyanî’ dihatin qebûlkirin.