PeyamaKurd- Şirketa Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand, Iraqê meha Çile ya 2025an 107 milyon û 616 hezar û 221 bermîl petrol hinartiye.
Hate diyarkirin ku ku 6,4 milyon bermîlên wê petrola Herêma Kurdistanê bû.
Li gorî SOMAyê bermîlên ku bi rêya Bendera Besrayê hatine hinartin, 101 milyon û 160 hezar û 350 in.
Petrola Herêma Kurdistanê ku bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye hinartin jî gihiştiye 6 milyon û 455 hezar û 871 bermîlan.
Hinardeya rojane ya petrola Iraqê ya bi rêya Bendera Besrayê gihîştiye 3,3 milyon bermîlan, hinardeya rojane ya petrola Herêma Kurdistanê jî bûye 208,3 hezar bermîl.
Li gorî meha Çileya 2025an, hinardeya petrola Iraqê di Çileya îsal de 34 milyon û 840 hezar bermîlan kêm bûye lê hinardeya petrola Herêma Kurdistanê 458 hezar û 344 bermîlan zêde bûye.