Avusturya: Dibe ku ji ber qeyrana enerjiyê, 300 hezar kes bê kar bimînin

Avusturya: Dibe ku ji ber qeyrana enerjiyê, 300 hezar kes bê kar bimînin

PeyamaKurd-Li gorî nûçeya Rojnameya Kronen Zeitungê, li Avusturyayê qeyrana enerjiyê nêzîk dibe û dibe ku ji ber vê qeyranê, 300 hezar xebatkar bê kar bimînin.  Li gorî ragihandina rayedarên qada pîşesaziyê, nêzîkî gelemperiya endustriya xurekan, bi gaza xwezayî ve girêdayî ye.

Piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, li ser metirsiyên çavkaniyên gaza xwezayî û çavkaniyên din ên enerjiyê, li welatên Ewropayê zêde dibin. Li gorî nûçeya Rojnameya Kronen Zeitungê; Serokê Federasyona Pîşesaziya Avusturyayê Georg Knill daye zanîn ku hema nêzîkî hemû endustriya xurekan, girêdayiyê gaza xwezayî kar dikin.

Di berdewamê de tê gotin ku di hilberîna polayî de jî pêdivî bi kapasîteyeke mezin a gaza xwezayî heye û dê gelek bandorên neyînî li ser qadên din jî bikin. Li gorî texmînên rayedarên federasyonê, ji ber qeyrana ku nêzîk dibe, heger heye ku 300 hezar kes ji karên xwe bibin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin