PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku meha çûyî di 54 qetlîamên ku 40 jê bi destê rejima Beşar Esed hatin kirin de 783 sivîl ku qedera nîvê wê jin û zarok in, hatin kuştin.
SNHRê der heqê êrişên ku wekî qetlîam pênase dike de rapora Adara 2018an weşand.
Di raporê de hat ragihandin ku meha çûyî di 54 qetlîamên ku bi destê rejima Esed, Rûsya û yên din hatin kirin de 198 jê zarok, 138 jê jin bi tevahî 783 kes hatin kuştin.
Li gorî vê, hêzên rejima Esed li Sûriyeyê meha çûyî 39 jê li herêma Xûtaya Rojhilat 40 qetlîam pêk anîn û di rêza pêkanîna qetlîaman de bûn yekemîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Rûsyayê 4, YPGê 2 û komên mayîn yên ku li Sûriyeyê pev diçin jî 8 qetlîam kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin