PeyamaKurd- Wezîrê aboriyê yê Almanya Peter Altmaier, roja pêncşemê bi CEO yên şîrketên mezin yên Almanya re diçe Tirkiyê. Di heyeta wan de 80 kes hene û bi projeyan diçin. Wezîrê Alman weha got:
“ Karsazên Almanya di mijara sermayexistina Tirkiyê de endîşeyên wan hebûn. Em dixwazin vê baweriyê biguhêrin.”
Di nava wan şîrketan de Siemens, Mercedes, BMW, Bosch, Krone, Thysen Krupp, EON û şîrketên weka wan hene. Ji medya Almanya tv. yên ARD, RTL û hwd hene. 25 rojnamevan, pispor û muteşar jî di nava heyetê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin