PeyamaKurd - Yek ji kompaniyên herî mezin ên gaza xwezayî ya kerta taybet li Rojhilata Navîn, Dana Gasê darayiya nîvê yekem a sala 2026an ragihand.
Li gorî daneyên fermî, qazança netîce ya kompaniyê li beramberî heman heyama sala borî %47 zêde bûye û gihiştiye 107 milyon dolarî (393 milyon dirhemên Îmaratî).
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dahata giştî ya kompaniyê jî %51 zêde bûye û gihiştiye 258 milyon dolarî.
Hat destnîşankirin ku beşeke mezin a vê zêdebûnê ji dahata hesabkirinê ya pîvandina gaza qada Kor Morê ya salên 2018-2024an û bilindbûna nirxê neft û gazê pêk tê.
Kompaniyê bal kişand ser bandora aloziyên leşkerî û ewlehiyê yên li dora Îranê ku bûne sedema astengkirina xebatên li qada gaza Kor Morê ya li Herêma Kurdistanê.
Tevî ku projeya berfirehkirinê ya KM250 ji ber pirsgirêkên ewlehiyê neketiye kapasîteya tam, şirketê ragihand ku piştî misoggeriya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê xebat vegeriyane rewşa asayî û biryar e rojane 100 milyon feet sêcar gaz bidin santrala nû ya elektrîkê ya li Kerkûkê.
Di heman demê de xebat û zêdebûna berhemê ya li Misrê gelek zirarên li Kurdistanê qewimîn telafî kirine.