Dihok | Tevî hişkesaliyê jî tê payîn ku îsal nêzîkî 20 hezar ton tirî bê hilanîn

PeyamaKurd – Parêzgeha Dihokê ya ku weke paytexta tirî tê naskirin, îsal tevî kêşeyên weke guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê jî, li benda berhemeke baş a tirî ye.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê li bendê ye ku hilberîna tirî îsal bigihîje nêzîkî 20 hezar tonan, ku ev yek nîşana serkeftina cotkarên herêmê ye li hember astengiyên xwezayî.
Ji cotkarên herêmê, Welîd Besivkiyê ji ji gundê Mecilmextê, diyar dike iu zêdetirî 43 cureyên tirî li Dihokê hene ku yên herî navdar "Teyfî, Kemalî, Zerik, û Reşmêw" in. Lê belê, ew amaje bi wê yekê jî dike ku kêmbûna baranê bandoreke neyînî li ser hin cureyên tirî kiriye ku pêdiviya wan bi avê zêdetir e û bûye sedema zirarê ji bo hin cotkaran.
Yek ji kêşeyên herî mezin ku cotkarên Dihokê rûbirû dimînin, bazarkirina berhemên wan e. Firotina tirî li bazarên naverast û başûrê Iraqê gelek caran ji ber astengiyên li xalên kontrolê zehmet dibe. Cotkar hêvî dikin ku îsal ev pirsgirêk werin çareserkirin da ku bikarin berhemên xwe bi bihayekî guncaw bifroşin.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê jî ev pêşbîniyên erênî piştrast dike û radigihîne ku îsal zêdetirî 6 hezar donim rez lji bo çandina tirî li yên heyî hatiye zêdekirin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




