Wê petrola Kurdistanê li Bendera Ceyhanê bê hesabkirin

Wê petrola Kurdistanê li Bendera Ceyhanê bê hesabkirin

PeyamaKurd- Piştî ku roja Çarşemê Bexda û Hewlêrê li ser mekanîzmeya hinardekirina petrolê li hev kir, kompaniyên biyanî yên li hilberîner ên li Herêma Kurdistanê jî bi hikûmeta Iraqê re li ser lêçûnên şandina petrolê li hev kirin.

Di çarçoveya vê lihevkirinê de, petrola ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê şandin, wê li bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê were hesabkirin û li ser mijarên darayî kompaniyên hilberîner bi Bexdayê re ji bo her bermîlekê lêçûna 16 dolaran li hev kiriye.

Piştî ku danûstandinên Bexda û Enqereyê li ser destpêkirina şandina petrolê encam bidin jî wê petrola ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê hilberandin, heta deriyê sînorî yê Fîşxabûrê di bin berpirsiyariya rayedarên Herêma Kurdistanê de be. Piştre jî wê petrol ji şîrketa enerjî û boriya dewletê ya Tirkiyeyê, BOTAŞê re were radestkirin.

Lêbelê, ya herî girîng ev bû ku petrola hatiye şandin, li ku derê û ji aliyê kê ve were piştrastkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyê hatine bidestxistin, hesabê fermî yê petrola ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane dişîne, wê li bendera Ceyhanê ya ku cihê dawî, ji aliyê kompaniya petrolê ya Iraqê SOMO ve were kirin.

Hate diyarkirin ku astengiya mezin a li pêşiya lihevkirinê, mafên darayî yên şîrketên navneteweyî yên petrolê bûn ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. Li gorî guhertina yasaya budçeya Iraqê, ji bo mesrefên hilberîn û veguhestinê, biryar hate dayîn ku ji bo her bermîlekê bi demkî 16 dolar ji van şîrketan re were dayîn. Di heman demê de, hat destnîşankirin ku lêçûnên dawî wê paşê ji aliyê kompaniya şêwirmendiyê ya serbixwe ve ji bo her şîrketê cuda were diyarkirin.

Di peymana lihevkirinê ya ku di 13ê Tebaxa 2025an de di navbera aliyan de hate îmzekirin de, hatibû gotin ku divê Herêma Kurdistanê petrola ku hilberîne, radestî Bexdayê bike, lê ji bo pêdiviyên xwe yên navxweyî, rojane 50 hezar bermîl ji xwe re bihêle.

Di vê çarçoveyê de, hesabkirina li Ceyhanê û lihevkirina bi şîrketan re li ser mesrefan, wekî gavên herî girîng ên ji bo destpêkirina herikîna petrolê tê nirxandin.

Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.