Trump: Pûtîn şer bidawî neke, wê rûbirûyî encamên giran bibe

Trump: Pûtîn şer bidawî neke, wê rûbirûyî encamên giran bibe

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê di hevdîtina îro ya Alaskayê de, bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re li ser mijara pevguherandina axê biaxive, lê biryara dawî dê ya Ukraynayê be. Trump herwiha destnîşan kir ku ew hêvî dike ji hevdîtina bi Putin re "encamek derkeve" û da zanîn, ger Pûtîn ji bo dawîkirina şer razî nebe, wê rûbirûyî encamên giran bibe.

Trump, berî ku biçe Alaska, di balafira xwe ya Air Force One de bersiv da pirsên rojnamevanan. Dema ku jê hat pirsîn ka DYE dikare ji Ukraynayê re garantiyên ewlehiyê bide, wî got, "Ne bi şêweya NATO'yê, ji ber ku ev yek pêk nayê."

Trump anî ziman ku garantiyên ewlehiyê yên bi welatên Ewropayê re mimkun in. Li ser pirsa derbarê pevguherandina axê de, Trump got ku ew nikare li ser navê Ukraynayê danûstandinan bike, lê armanca wî ew e ku herdu aliyan bîne ser maseyê. Herwiha Trump destnîşan kir ku êrîşên Putin zirarê didin wî û ev yek dê di hevdîtinê de were gotûbêjkirin.

Trump diyar kir ku ger Putin bi dawîkirina şer razî nebe, ew ê bi "encamên giran" re rû bi rû bimîne û got, "Ji aliyê aborî ve giran, erê. Wê pir giran be."

Dawiyê jî Trump got ku ew dixwaze bi Putin re kar bike lê heta şer xilas nebe, kar nayê kirin.

Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.