Piştî 6 salan Putin û Trump li Alaskayê bi destê hev girtin

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Alaskayê piştî ji balafirên xwe daketin, li ser xaliya sor bi destê hev gitin lê 6 sale ku hêj nû tên cem hev. Çavê dinyayê tev li ser wan e ku şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê karibin biqedînin.
Her dû lîder balafirên wan li pey hev daketin balafirgeha baregeha Elmendorf-Richardsonê. Wisa xwuyaye ku ev hevdîtina li xaliya sor hatiye eyarkirin.
Wê hevdîtina wan ji her aliyê dê sê kes tevlî bibin. Ji terefê DYAyê serok Trump, wezîrê karên derve Marco Rubio û Steve Whitkoff' tevlî hevdîtinê dibin.
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovik ragihand ku dibe hevdîtina navbera her dû lîderan 6-7 seet dewam bike. Peskov got ku bende ne encamên erênî ji hevdîtinê encam bide.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




