NY: Em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo aştiyeke mayînde li Ûkraynayê

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgiriya xwe ji bo hemû hewldanên cidî yên ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Ûkraynayê ragihand. Ev daxuyanî piştî civîna li Alaskayê ya di navbera berpirsên Amerîka û Rûsyayê de hat dayîn.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Nivîsgeha Sekreterê Giştî yê NYyê ve hat belavkirin, hat gotin ku rêxistin ji encamên civîna Alaskayê agahdar e.
Di daxuyaniyê de herweha hat tekezkirin ku Neteweyên Yekbûyî amade ye piştgiriyê bide her pêngaveke giring a di vî warî de û pêşwazî li berdewamiya diyaloga avaker a di navbera Washington û Moskowê de dike.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




