Bafil Talebanî ji bo salvegera PDKyê peyamek belav kir û banga yekrêziyê kir

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK), Bafil Talebanî, bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.
Talebanî di peyama xwe de, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serok Barzanî û serkirdayetiya PDKyê kir û bi taybetî tekezî li ser hewcedariya hemahengî û yekrêziya di navbera her du partiyên serekî û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir.
Serokê YNKyê destnîşan kir ku ev yekrêzî ji bo "xebata hevbeş, cîbicîkirina erkên neteweyî yên çarenûssaz, bihêzkirina qewareya me û baştirkirina jiyana gelê me yê hêja" bingehîn e.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




