Li Swêdê piştî nimêja înê êrîşa bi çekê: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Örebro yê Swêdê, piştî nimêja înê li derveyî mizgeftekê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya polîsan, li demjimêr 13.45ê bi dema herêmî agahî hatiye dayîn ku li nêzî mizgeftê dengekî çekan hatiye bihîstin û li ser vê yekê gelek tîmên tenduristiyê û polîsan çûne cihê bûyerê.
Di êrîşê de 2 kes birîndar bûne û derbarê bûyerê de lêpirsîna bi tohmeta hewldana kuştinê hatiye destpêkirin.
Televîzyona dewletê ya Swêdê, SVT, diyar kir ku kesekî ku piştî nimêja înê ji mizgeftê derketiye, hatiye gulebarankirin. Sedema êrîşê nayê zanîn û êrîşkarê ku rêviyaye hîn nehatiye girtin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




