Zelenskî: Ez ê Duşemê ji bo 'Bidawîanîna Şer' biçim Washingtonê

Zelenskî: Ez ê Duşemê ji bo 'Bidawîanîna Şer' biçim Washingtonê

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku ew ê roja Duşemê serdana Washingtonê bike ji bo hevdîtinekê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku tê de rojeva sereke "bidawîanîna kuştin û şer" e.

Ev serdan piştî pêwendiyeke telefonî di navbera Zelensky û Trump de pêk hat, ku tê de Serokê Amerîka hevtayê xwe yê Ukraynî derbarê "xalên sereke" yên hevdîtina xwe ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Alaskayê agahdar kir.

Zelensky piştgiriya xwe ji bo pêşniyara Serok Trump a ji bo lidarxistina civîneke sêalî di navbera rêberên Ukrayna, DYE û Rûsyayê de nîşan da. Wî got: "Ukrayna amade ye ku bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna aştiyê bixebite, formatê sêalî ji bo nîqaşkirina mijarên bingehîn di asta serokan de guncaw e."

Berdevkekî karên derve yê Rûsyayê diyar kir ku mijara civîneke sêalî ya muhtemel di danûstandinên Amerîka û Rûsyayê de nehatiye gotûbêj kirin.

Serokê Ukraynayê herwiha tekezî li ser girîngiya tevlêbûna Ewropayê "di her qonaxê de" kir, ji bo misogerkirina garantiyên ewlehiyê yên pêbawer ji bo Ukraynayê.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.