Hizbullahê pana bêçekkirinê red kir û gef xwarin

Hizbullahê pana bêçekkirinê red kir û gef xwarin

PeyamaKurd – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê, Şêx Neîm Qasim, bi daxuyaniyên tund bersiv da plana hikûmeta Lubnanê ya ji bo bêçekkirinê û ragihand ku ew ê tu carî çekên xwe daneynin. Ev gotinên hanê metirsiya şerekî navxweyî yê li welêt zêde dikin.

Qasim hikûmeta Lubnanê bi wê yekê tawanbar kir ku "xizmeta projeya Îsraîlê dike" û gefên xwe weha anîn zimên:

"Eger ev plan li ser me bê ferzkirin, em ê li ber xwe bidin. Eger pêwîst bike, em amade ne ji bo şerekî mîna Kerbelayê."

Wî herweha bi awayekî eşkere got, "Heke hikûmet li ser plana xwe ya komkirina çekan a di destê dewletê de berdewam be, dê Lubnan nema karibe li ser piyan bimîne."

Ev daxuyaniyên tund weke gaveke metirsîdar di siyaseta navxweyî ya Lubnanê de têne nirxandin, ji ber ku rasterast gefê li aramiya welêt dixwin. Çavkaniyên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev helwêsta Hizbullahê nîşana zexta Îranê ye, bi taybetî piştî ku hikûmeta Lubnanê bi awayekî fermî ragihand ku ew ê li ser serweriya dewletê tu tawîzan nede.

Li gorî çavkaniyan, hikûmeta Lubnanê di plana xwe de bi israr e, ji ber ku piştgiriyeke mezin a gelê Lubnanê û herweha piştgiriyeke berfireh a welatên Ereb û cîhanê li pişt wê heye.

Çavdêr amaje pê dikin ku Hizbullah niha ji her demê zêdetir ketiye rewşeke cuda û dijwar, ji ber ku beşeke girîng a hevalbendên xwe yên siyasî li hundirê welêt ji dest dane. Di heman demê de, bawerî û piştgirî ji bo artêşa Lubnanê û bihêzkirina serweriya dewletê roj bi roj zêdetir dibe.

Lîna Reşîd / Lubnan 

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.