Emmar el-Hekîm pîrozbahî li PDKyê kir û banga diyalogê kir

Emmar el-Hekîm pîrozbahî li PDKyê kir û banga diyalogê kir

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî ya Iraqê, Emmar el-Hekîm, îro, roja Şemiyê bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama xwe de, el-Hekîm hêviya serkeftina berdewam ji PDKyê re xwest "di xizmeta gelê Kurdistan û Iraqê de, û di pêşxistina prensîbên demokrasî û jiyana hevbeş de."

Serokê siyasî yê Şîe herweha bal kişand ser rola PDKyê di piştgirîkirina proseya demokratîk de û got: "Em bang li hemû hêzên nîştimanî yên çalak li Iraqê dikin ku diyalogê bikin pêşengiya xwe, berjewendiya herî bilind a nîştimanî li ser hemû berjewendiyên din bigirin, û bi hev re ji bo bihêzkirina yekîtiya nîştimanî, parastina destkeftiyên demokratîk, û avakirina Iraqeke bihêz, ewle û bextewar ji bo hemû gelê wê bixebitin."

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.