Li Helepçeyê di bûyereke trafîkê de zarokekî 6 salî can da

Li Helepçeyê di bûyereke trafîkê de zarokekî 6 salî can da

PeyamaKurd – Îro li bajarê Helebçeyê, zarokekî 6 salî piştî ku otomobîlekê lê da, canê xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Trafîkê ya Helebçeyê, bûyer li taxa Şerwaniyê ya bajêr qewimî. Otomobîleke ji cureya Jeep li kurikekî da û di cih de bû sedema mirina wî.

Hate ragihandin ku navê kurikê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye Mîr Mihemed Xwamirad e û 6 salî bû.

Tîmên polîsê trafîkê derbarê sedema qewimîna bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.