Mîhrecana avê û masiyan ya 5em li navça Kebanê hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Kebanê mîhrecana avê û masiyan ya 5em hat kirin. Di mîhrecanê de di roja duyem de girtina masiyan, avjenî, pêşbirkên kanoyê û xwepêşandanên flyboardê hatin kirin.
Di mîhrecanê de hunermend Ali Kınık û Aygün Çam konser dan. Mîhrecan ji aliyê şaredariya Kebanê û qeymeqamiya Kebanê de hat kirin û herkes tê de dîmenên rengîn dît.
Di mîhrecanê de parlementerên Xarpêtê Ejder Açıkkapı û Mahmut Rıdvan Nazırlı, şaredarê Kebanê Yücel Doğan, endamên protokolê, rayedarên dezgeyên hukmî, nûnerên partiyên siyasî û yên rêxistinên civaka sîvîl û hemwelatî hebûn.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




