Ehmed Şera bo Rêveberiya Rojava: Kantonên navxweyî ne pêkan e

Ehmed Şera bo Rêveberiya Rojava: Kantonên navxweyî ne pêkan e

PeyamaKurd- Serokomarê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera, di gotareke xwe de ragihand ku yekparçebûna axa Sûriyeyê nabe û her cure senaryoyên dabeşkirina welat bi tundî red kir. Ehmed Şera, bêyî ku bi nav bike li ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got, “Hin alî hene ku dixwazin welat parçe bikin û kantonên navxweyî ava bikin, ev yek ji aliyê mentiqî, siyasî, neteweyî û çandî ve ne pêkan e."

Di civîneke ligel hejmarek wezîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetiyên navdar ên parêzgeha Idlibê de, Ehmed Şera rexneyên tund li wan aliyan girt ku dixwazin Sûriyeyê bikin û got: "Her kesê ku li Sûriyeyê daxwaza dabeşbûnê bike, ji aliyê siyasî ve nezan û xeyalperest e."

Şera got, "Gelek caran bîr û baweriyên xeyalî, alîgirên xwe ber bi xwekuştinê ve dibin."

Ehmed Şera diyar kir, "Ez li Sûriyeyê metirsiya dabeşbûnê nabînim" û da zanîn, hin alî hene ku dixwazin welat parçe bikin û kantonên navxweyî ava bikin, lê li gorî wî "ev yek ji aliyê mentiqî, siyasî, neteweyî û çandî ve ne pêkan e."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Şera hişyarî da li ser "pêşbaziya neyînî, postên siyasî û lêgerîna li rolan" û tekez kir ku ev diyarde, bi taybetî di qonaxa hestiyar a avakirina dewletê de, bandoreke neyînî li ser pêkhateya civakê dikin.

Derbarê piştevaniya hin aliyên navxweyî bi hêzên herêmî yên wekî Îsraîlê re, Şera destnîşan kir, ev karekî "gelekî dijwar e" û nêrîna xwe wiha diyar kir: "Herêma başûr xwedî nifûseke gelek mezin e û her dijminek bixwaze bikeve hundir, divê polîsek li ber deriyê her malekê deyne, ku ev yek di rastiyê de ne pêkan e."

Li ser bûyerên dawî yên li parêzgeha Siweydayê, Ehmed Şera tekez kir ku dewlet pabend e ku lêpirsînê bi hemû kesên ku li wê parêzgehê binpêkarî kirine re bike.

Ev nivîs 158 car hatiye xwendin.