Îsraîlê li santrala elektrîkê ya Sana ya Yemenê xist

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşî santral û rawesteka elektrîkê ya li paytexta Yemenê Sanayê kir.
Li gorî medya Yemenê, Berevaniya Sivîl a Sana gotiye ku şewat li santrala elektrîkê ya bi navê Cezîre ya li başûrê Sana derketiye.
Hate diyarkirin ku îro danê sibehê du teqînên bihêz li Sana hatine bihîstin, ku tê gotin ji ber êrîşeke Îsraîlê li ser paytexta Yemenê ye.
Hêjayî gotinê ye, demên dawiyê êrîşên Îsraîlê yên li ser Yemenê kêm bûbûn, lê belê îro careke din êrîşek ji aliyê Îsraîlê ve li ser Yemenê hate kirin. Derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatiye belavkirin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




