Di navbera hêzên Şamê û Siwêdayê de dîsa şer derket

Di navbera hêzên Şamê û Siwêdayê de dîsa şer derket

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gundê Mecdel ê Siwêdayê şer di navbera hêzên deshilata Sûriyê û şervanên xwecih ên Durzî de derket.

Li gorî zanyariyan, derengiya şevê hêzên hikumeta veguhêz ên ku di navbera bajarokên Mezraa û Necranê de bi cih bûne, gundê Mecdelê gulebaran kirin.

Hate diyarkirin hêzên xwecih ên Durzî bersiva gulebaranê dane û şer derketiye ku dem bi dem berdewam kiriye.

Herwiha doh jî li gund û bajarokên Siwêdayê li dijî ambargoya giran û êrîşên dijwar xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên banga rakirina ambargoyê, vekirina deriyên mirovî û bazirganî, garantiya serbestiya çûnûhatinê, mafê diyarkirina çarenûsê yê Siwêdayê, xweseriya biryardayînê ji hegemoniya nenavendî vekirin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.