Dadgeha Federal giliyê li dijî projeya Runaki red kir!

PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê giliyê li dijî projeya Runaki red kir û diyar kir ku armanc ew e ku tevahiya Herêma Kurdistanê elektrîkê 24 saetan peyda bike.
Daxuyaniya Dadgeha Federal ku îro (Yekşem, 17ê Tebaxê) li ser platforma medyaya civakî X (berê Twitter) hate weşandin, wiha got, "Giliyê ku ji hêla parlamenterê berê yê Komeleya Dadê ya Kurdistanê (Komel) Omer Gulpî ve li dijî projeya Runaki hatiye vekirin, hatiye nirxandin."
Daxuyaniyê diyar kir ku giliyê ji ber ku ne di nav desthilata dadgeha federal de ye, hatiye redkirin. Herwiha hate destnîşankirin ku armanca projeya Runaki ew e ku tevahiya Herêma Kurdistanê elektrîkê 24 saetan peyda bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzani di serdana xwe ya roja Pêncşemê 17ê Cotmeha 2024an de bo taxa Şadî ya Hewlêrê projeya Runaki ragihand ku armanc dike elektrîka 24 saetan ji tevahiya Herêma Kurdistanê re peyda bike.
Mesrûr Barzani roja Çarşemê 9ê Tîrmeha 2025an li ser platforma medyaya civakî X postek li ser projeya Runaki parve kir.
Serokwezîr diyar kir, "Bi projeya Runaki li Herêma Kurdistanê, 2 milyon welatiyên me dikarin 24 saetan elektrîk bistînin", û tekez kir ku proje wê heta dawiya sala 2026an bigihîje hemû mal û karsaziyên li Herêma Kurdistanê.





